Cîhan
Trên ji ser rêhesinê semitî û wergeriya: Herî kêm 50 mirî
PeyamaKurd – Li başûrê rojhilatê Komara Kongoya Demokratîk trêneke rêwiyan ji ser rêhesinê şemitî û wergeriya. Hat ragihandin ku herî kêm 50 kesan di qezayê de can dane.
Wezîrê Karûbarên mirovî yê Kongoyê Steve Mbikayî ragihand ku trêna rêwiyan li nêzîkî gola Tanganyikayê bi şev li demjimêr dor 03:00ê wergeriyaye û herî kêm 50 kesan can daye û gelek kes jî birîndar bûne.
Wezîr Mbikayi, sersaxî ji malbatan re xwest û da zanîn ku di nav mehekê de ev 3 qezayên trênan li welatê wan rû didin.