Cîhan
Trump: Agirbesta li bakurê Sûriyê 'pir bas' didome
PeyamaKurd - Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku agirbesta li bakurê Sûrîyê pir baş didome.
Donald Trump li Koşka Sipî ji rojnamevanan re axivî û got ‘’agirbest pir baş didome’’.
Trump got, ‘’Me li Sûriyê petrol sitend, berdin bila yên din şer bikin. Berdin bila yên din berevaniya sînoran bikin’’ Wî da zanîn ku peywendîya wî û ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pir baş e.
Hêjayî gotinê ye ku Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence di 17ê Cotmehê de li Enqerê bi Erdogan re hevdîtnek pêk anîbû û piştî civînê bo bakurê Sûriyê agirbest hatibû ragihandin.