TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump aliyê Demokrat bi diziya dengan tohmetbar dike

Admin L
Nivîskar
📅 04 mijdar 2020 16:32

PeyamaKurd – Li ser twitterê Berbijêrê Komariyan û Serokê niha yê Amerîkayê Donald Trump, aliyê Demokrat bi diziya dengan tohmetbar kir.

Donald Trump da zanîn, ku wan dengek baş bidestxistiye, lê hewlên dizîna dengan hene û destnîşan kir, ew bi ti awayî nahêlin.

Trump destnîşan kir: “Me dengek baş bidestxistiye, lê ew dixwazin dengan bidizin. Em qet rê nadin wî karî bikin, nabe piştî girtina sindoqan deng bên dayîn.”

Herî dawî Trump, li her du wilayetên Florida û Texas ên stratejîk serket û 29 kursiyên Florida û 38 kursiyên Texasê di encûmena hilbijartinan de ji xwe re misoger kirin.

Parve bike: