TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump berî hilbijartinan bi çend saetan got: Ez çar salên din serok im!

Admin H
Nivîskar
📅 03 mijdar 2020 20:09

PeyamaKurd – Hilbijartinên seroktiya Amerîkayê îro 3yê Mijdarê birêve diçin û di navbera herdu namzedên seroktiyê Donald Trump û Joe Biden ê Demokrat de reqabeteke mezin heye.

Serokê niha yê Amerîkayê û namzedê seroktiyê Donald Trump beriya hilbijartinê bi demek kurt di kampanya xwe ya hilbijartinê de îhtimala ku neyê hilbijartin ji holê rakir û got, “Çar salên din jî li Koşka Spî dimînim.”

Trump di civîneke rojnamevanî ya dawîkirina kampanyaya hilbijartinê de hêviya xwe ku bi ser bikeve anî ziman û diyar kir: “Hilbijartineke bijarte çêdibe. Vê carê jî biser dikevim, demeke din serokatiyê dikim.”

Serokê Amerîkayê di berdewamê de jî li ser zêdekirina bacê rexne Biden kir û got: “Heger wek serokê welat bimînim, piştgiriya sektora pîşesazî ya welat dikim.”

Parve bike: