Trump bersiv da Obama û ew wek kesekî nezan bi nav kir
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump bi peyameke tund a li ser platforma Truth Socialê bersiva serokê berê Barack Obama da û ew wekî "serokekî bi temamî nezan" bi nav kir.
Trump got ku hewldanên Obama yên ji bo piştgirîkirina Hillary Clinton û Kamala Harris bi têkçûnê bi dawî bûne û rexne li siyaseta wî ya li hemberî Îranê girtin.
Her wiha Trump êrîşî namzedê Demokratan ê Senatoyê yê li eyaleta Michiganê Ebdul Seyîd kir û ji xelkê herêmê xwest ku dengê xwe bidin namzedê Komariyan Mike Rogers.
Ev berteka tund a Trump piştî civînên mezin ên Obama yên li bajarên Detroit û Clevelandê hat ku beriya hilbijartinên nîvdemî yên 3yê Mijarê lidar ketibûn.
Di wan mîtîngan de Obama bi tundî rexne li siyaseta aborî û rêveberiya Trump girtibûn û piştgiriya xwe ji bo Ebdul Seyîd ragihandibû. Obama di axaftina xwe de bi tinazî bal kişandibû ser projeyên nûjenkirinê yên Trump ên li Koşka Spî û ji dengdêran xwestibû ku dawî li desthilata Komariyan bînin.