Cîhan
Trump: Bersiva pirsên dozger pir hêsan bû!
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump bersiv da pirsên dozger Robert Mueller ên derbarê lêpirsîna mudaxeleya Rûsyayê di hilbijartinên seroktiyê yên 2016an de. Trump li ser pirsên dozger got ku, wî gelekî bi hêsanî bersiva pirsan daye.
Dozgerê Taybet ê Amerîkayê Robert Mueller derbarê lêpirsîna Rûsyayê de, bi Trump re civiya û pirsên xwe arasteyî wî kirin.
Trump piştî hevdîtina digel li Koşka Spî dozger daxuyakirin, “wî gelekî bi hêsanî” bersiva pirsan daye û got, “Heger pirsên li we bên kirin, bi niyeta xirab bin, pêwîste hûn jî baldar bin”.
Trump herwiha diyar kir, “Bersiva pirsan min da, neku parêzerên min”.