Cîhan
Trump bi Erdogan re li ser pirsa Kurd û agirbesta Rojava axivî
PeyamaKurd – Piştî hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di Lutkeya NATO ya Londonê de, Trump ragihand ku wan di civîna ligel Erdogan de, li ser pirsa Kurd û Sûriyê axivîne.
Trump li ser hevdîtina ku 30 xulekan dom kiriye li ser agirbesta bo Rojavayê Kurdistanê got, agirbest bi awayekî baş li Sûriyê berdewam e û dema wê yekê hatiye.
Herwiha Berdevkê Koşka Spî jî li ser hevdîtinê ragihand, her du serokan pabendbûna Tirkiyê û bi erkên xwe li hemberî NATOyê, zêdekirina qebareya bazirganiyê di navbera her du welatan de, ewlehiya herêmî û ewlehiya vizeyê guftûgo kirine.