TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: "Bi Erdogan re, me behsa Kurda kir"

Admin M
Nivîskar
📅 05 berfanbar 2019 03:40

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Trump li ser hevdîtina bi serokê Tirkiyê Tayip Erdoğan re, di zîrweya NATO yê de weha got:

“Civîneka gelek xweş bû. Me behsa her tiştî kir. Em li ser Sûriyê axifîn, me behsa Kurda kir. Sînor û herêma bi ewle gelek baş dimeşe. Di vê mijarê de ez bi Tirkiyê bawerim. Agirbes dewam dike. Ez dibêjim mirov bo vê şaş mane. Em û Erdoğan em ji hev fêm dikin.”

Trump got ku Tirkiye û Rojava demeke dirêj di nava gengeşeyê de bûn û axaftina xwe weha dewam kir:

“Me leşkerên xwe vekişand, petrola xwe sitend. Leşkerên me li ciyê petrolê ne. Ez wisa dixwazim. Ew dewriya sînorên xwe dikin.”

Parve bike: