Cîhan
Trump biryara TikTokê îmze kir: 45 roj mohlet dan
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, biryara qedexekirina sepana TikTok û WeChatê ku ji senatoyê derbas bû, îmze kir.
Li gorî biryarê divê beşên kompaniya TikTokê yan di nav 45 rojan de bo kompaniyên Amerîkî bê firotin, yan jî wê bê qedexekirin li Amerîkayê.
Kompaniya Çînî ByteDance ku xwediyê TikTok û WeChatê ye, piştî îmzekirina biryarê ragihand ku ew şok bûne û ew dê hemû rêyên hiqûqî biceribînin, ji bo vegerandina vê biryarê.
Kompaniya girêdayî WeChatê Tencentê jî ragihand ku ew hîn li ser naveroka biryarê lêkolînê dikin.