TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump biryarnameya ku destûrê dide mueyîde li dijî Tirkiyê bên sepandin îmze kir

📅 12 cotmeh 2019 13:12

PeyamaKurd - Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Mnuchin ragihand, “Trump biryarnameya ku desthilata sepandina mueyîdeyên dijwar dide Tirkiyê,  îmze kir.”

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Steve Mnuchin di civîneke rojnamevaniyê de aşkere kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryarnameyek îmze kir ku desthilatê dide mueyîdeyên tund bi ser Tirkiyê de bisepînin.

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê herwiha ragihand ku eger ew neçar bimînin ew dikarin aboriya Tirkiyê têk bibin.

Steve Mnuchin got ku ew dê li gel wezaretên derve û parastinê yên Amerîkayê derbarê wan sizayan de di hemahengiyê de bin û diyar kir, “Em saziyên darayî yên Tirkiyê derbarê sepandina sizayan bi ser wan de hişyar dikin ku bi baldarî tevbigerin. Ez dixwazim bibêjim ku niha ew siza nayên cîbicîkirin. Lê belê ev mezintirîn desthilat in ku ji aliyê serokatiyê ve bi me hatine dayîn.”

Wî wezîrê amerîkî got ku ew siza dê tund bin û got, “Ez hêvîdar im ku em neçar nemînin bo bikaranîna van mueyîdeyan, lêbelê eger pêwîst bike em dê aboriya Tirkiyê bigirin.”

Piştî vê daxuyaniya Wezîrê Xezîneyê  yê Ameîrkayê, nirxê lîreya tirkî li hember dolar daket. Niha dolarê amerîkî li hember lîreya tirkî bilind bû 5.90an.

Li Encûmena Nûneran a Amerîkayê, îro ji partiya Donald Trump, 29 parlamenterên Komarî, ji ber êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê projeyasayek ji bo sizadana Tirkiyê amade kiribûn.

Artêşa Tirkiyê li gel komên çekdar 9ê mehê roja Çarşemê êriş bo ser Rojavayê Kurdistanê dabû destpêkirin û heya niha di encama wan êrişan de hejmareke xelkê sivîl bûne qubanî.

Parve bike: