TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump biryarnameyê fermî îmze kir

Admin M
Nivîskar
📅 19 berfanbar 2018 05:26

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump bo avakirina Fermandariya Hêzên Fezayî (esmanî) talîmatnameya serokatiyê îmze kir. Trump ferman da wezîrê bergiriyê Jim Mattis da pêvajoya damezrandina fermandariyê bide destpêkirin.

Di biryarnameyê de tê gotin ku Trump bi serokerkan û Jim Mattis re axifiye û Mattis ji Trump daxwaz kiriye ku navên wan serefserên wê di fermandiriyê de bixebitin, ji Trump xwestiye. Trump bo wezîfa fermandariya hêzên fezayî weha got:

"Min wezîfê da fermandariya hêzên fezayî bi berpirsiyariya fermandariya muharip ya hevgirtî, bi temamê berpirsiyariyên fermandariya hêzên stratejîk ku berê çi wezîfe dikirin wê niha fermandariya hêzên fezayî bike. Bo hêzên operasyonên fezayî îstîhdama hêz û yekîneyên perwerdê dê wezîfedar bin. Wê lîsteya hûrahiya wezîfe û erkê fermandariya hêzên esmanî (fezayî), di plana fermandariya Hevgirtî de bê destnîşankirin.”

Mijara bo damezrandina fermandariya hêzên Esmanî an ku fezayî demeke dirêje li Amerîkayê tê munaqeşekirin. Bi taybetî cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence bi avakirina fermandariyeka cuda destekê dida vê projeyê.

Parve bike: