TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump bo Dadgeha Federal hat gazîkirin

Admin H
Nivîskar
📅 09 hezîran 2023 16:01

PeyamaKurd – Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, ragihandin ku derbarê belgeyên nepen de dozname bo wî hatiye amadekirin û ji bo Dadgeha Federal hatiye gazîkirin.

Trump li malpera xwe ya bi navê TruthSocialê belav kir ku rêveberiya Biden li dijî wî dozname daye amadekirin û ji bo îfadeya xwe bide ji aliyê Dadgeha Federal ve hatiye bangkirin ku roja Sêşema b3e li demjimêr 15:00 li dadgehê amade be.

Trump îdiayên derbarê wî de red kirin û got ku ew hê jî di pêşbirka hilbijartinên seroktiyê yên 2024an de, li pêşiya namzedên Partiya Demokrat e û ew zilamekî bêguneh e.

Trump derbarê tawanbariyên li wî têne kirin de, hurgilî nedan.

Parve bike: