TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump bo kongreyê da zanîn ku ji WHO yê vekisiyane

Admin M
Nivîskar
📅 08 tîrmeh 2020 02:58

PeyamaKurd- Rêvebiriya Trump ya Amerîkayê bo Kongreya Amerîkayê bi awayekî fermî şand û got ku ew ji WHO (Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê) yê vekişiyane. Senatorê New Jerseyê û hem serokê komîta têkiliyên derve yê Senatoyê Bob Menendez, di ser hesabê xwe yê twitterê de ragihand ku li dinyayê belavbûna Kovid-19 ê dewam dike û weha got:

“Di nav vê pandemiyê de kongre ya Amerîkayê ji Donald Trump teblîxat sitendiye ku Amerîka bi awayekî fermî ji WHO yê vekişiya ye.”

Li aliyê dinê kesekî ji Koşka Sipî ku nexwestiye navê wî bê aşkerakirin, bo çapemeniya Amerîkayê gotiye ku ji roja duşemê û bi şûnde, dê biryar bê bicîhanîn û hem ev teblîxata fermî bo sekreterê giştî yê Neteweyên Hevgirtî Antonio Guterres hatiye şandin.

Serokê Amerîkayê Trump çend mehe ku WHO yê li hemberê Kovid-19 ê bi awayekî sernekeftî binav dike û wê bi layangiriya Çînê tewanbar dike.

Parve bike: