TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump bo lîderên Kendavê: "Ne ji me be hûn du hefteyan namînin"

📅 06 nîsan 2018 02:02

PeyamaKurd - Hat îdîakirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bo lîderên Kendavê gotiye: "Em nebin hûn du hefteyan nikarin li ser desthilatê bimînin."

Li gor xebera CNNê Donald Trump ji derdora xwe xwestiye ku 6 mehên din ji Sûriyê vekişin.

Herwiha gotiye Îmarat û Siûdî ji bo şerê DAIŞê pera nadin.

Wek din li gor xeberê Trump bo serokên wan welatan jî gotiye eger Amerîka nebe lîderên Kendavê nikarin hefteyekê bimînin.

Parve bike: