TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump bo Rûdawê got: “Peyman nêze û em bi lîderên nû re baş li hev dikin”

Admin M
Nivîskar
📅 16 nîsan 2026 22:16

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump pirsên peyamnêrê Rûdawê yê Washingtonê yên Diyar Kurda bersivand û behsa asta ku pêvajoya ku bi Îranê re dimeşînin kir.

Trump got ku ew gelek nêzin bi Tehranê re bigihên peymanekî û dorpêça deryayê ya ser Îranê ji operasyonên leşkerî bêhtir bandora wê heye.

Trump got ku 7 hefteye şer dewam dikir û niha dîplomasî bêhtir li pêşe û niha têkiliyên DYAyê bi Îranê re gelek başin û encamê jî bi stratejiya tund ve, ya DYAyê ya ser Îranê ve girêda. Trump got:

“Niha bi Îranê re têkiliyên me yên baş hene. Ev jî bi xêra ablûkaya ser wan e. Ev blokaj ji bombebarankirina wan bêhtir bandorê dike û encamekî baş da.”

Li ser pirsa ku wê welatên Ereb mesrefa şer bi DYA re  parvebikin an nekin, got ku ew bawere hevkarên DYAyê wê desteka maddî bidin pêvajoyê. Li ser hevdîtinên li Pakistanê jî Trump got:

“Em niha nêzî peymanê ne. Em bi lîderên nû yên Îrane re baş li hev dikin. Tehran dixwaze peymanekî bike û ji berê bêhtir dixwazin bikin.”

Parve bike: