Cîhan
Trump bo Tirkiyê: Bi Kurdan re peymanekê imze bikin û astiyê pêk bînin
PeyamaKurd - Serokê Amerikayê Donald Trump diyarkir, ku ji Tirkiye re gotiye: “Bi Kurdan (Rojavayê Kurdistanê) re li hevûdu bikin, aştiyê pêkbînin.”
Serokê Amerika ji kanala televizyona FOX News re, bi taybet li ser vîrusa Korona (Covid -19), herwiha mijarên din ên rojevê de daxuyanî dan.
Di hevpeyvîna xwe de Donald Trump anî ziman, ku ji Tirkiye re gotiye “Başiyekê bi min bikin. Bi Kurdan re peymanekê imze bikin û aştiyê pêk bînin”.
Trump got, Erdogan wek heskiriyê Tirkiye pênase kir û got, “Erdogan û Kurdan ango her du aliyan jî, di destpêkê de ev daxwaz ne pejirandine”
Serokê Amerika Trump diyar kir, di dawiyê de aliyan peyman imze kiriye.