TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump, car din peyama ‘Serê 3. ê Cîhanê’ da!

Ruken güler
Nivîskar
📅 10 nîsan 2023 17:00

PeyamaKurd- Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, li ser platforma medyaya civakî, peyameke tevlihev parve kir. Trump di posta xwe de peyva “Şerê 3. ê Cîhanê” bi kar hanî.

Donald Trump, ev post li ser platforma medyaya civakî ya ku wî di sala 2021an de bi navê Truth Social damezrandibû, parve kir.

Her wiha hat zanîn ku ne diyar bû ku Trump bi posta xwe ya xemgîn çi dixwest, lê ev yek bû sedema gelek spekulasyonan.

Hefteya borî, Trump hişyarî dabû ku "dibe cîhan şerekî navokî ya tevayî biceribîne."

Trump destnîşan kiribû ku welatên din dikarin çekên nukleerî bi kar bînin û wiha gotibû: "Ev yek dikare bibe sedema Şerê nukleerî yê Sêyemîn ê Cîhanê ya bi pêşengiya Biden. Bawer bikin, em jê ne dûr in."

Parve bike: