Cîhan
Trump careke din Îran tehdîd kir
PeyamaKurd - Piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Trump ya di barê vekişîna ji peymana nukleerî ya bi Îranê re, li ser îhtimala destpêkirina bernamaya nukleerî ya Îranê, zext li Îranê kirin; dê tiştin bibin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna xwe ya îro ya li kabîneyê vekişîna Amerîkayê ji Peymana Nukleerî nirxand.
Trump got: "Eger Îran cardin dest bi bernameya çekên nukleerî bike dê bi encamên cidî re rû bi rû bimîne."
Trump da xuyakirin ku ew ji bo gotûbêjkirina peymaneke nû amade ne, "An dê Îran gotûbêjan bike an jî dê tiştin bibin."
Serokê amerîkî herwiha bal kişand ser wê yekê ku ‘li tevahiya deverên ku ku destwerdana Îranê heye qiyamet radibe û mirin serwer e' û da zanîn ku peyman yekalî ye û dê rê li ber biçekbûna nukleerî veke.