Trump: Çekên atomî yên Îranê hebûna, Îsraîl û Rojhilata Navîn nedima
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, bal kişand ser metirsiya bernameya nukleerî ya Îranê û got ku hebûna çekên atomî li cem Tehranê, dê bibe sedema "tunebûna" Rojhilata Navîn û Îsraîlê. Trump tekez kir ku divê Amerîka niha rê li ber vê yekê bigire.
"Divê em çekên nukleerî ji wan bistînin"
Trump destnîşan kir ku nabe Îran bibe xwedî çekên nukleerî û wiha pê de çû: "Heke Îranê ev çek hebûna, belkî em niha li vir nebûna. Rojhilata Navîn û Îsraîl dê ji nav biçûna."
Serokê Amerîkayê diyar kir ku Amerîka niha dikeve dewrê daku rê li ber hilberîna van çekan bigire û hêvî kir, aboriya Îranê hilweşe ji bo ku şiyana wan a leşkerî kêm bibe û tekez kir ku ew naxwaze şer dijwar bike û mirovan bikuje.
"Îran lîstikan dilîze"
Derbarê muzakereyên di navbera her du welatan de, Trump got ku Îran di bin de dixwaze peymanekê bike, lê di qada giştî de daxuyaniyên cuda dide. Trump destnîşan kir: "Tişta ku ez jê hez nakim ew e ku bi min re bi rêz û hurmet diaxivin, lê paşê di televîzyonan de dibêjin em bi Serok re ne axivî ne'.
Trump got, “Ew lîstikan dilîzin. Divê Tehran bi aqilmendî tevbigere, nexwe dê bi encamên giran re rûbirû bimîne.
Têkiliyên bi Çînê re û agirbest
Trump herwiha eşkere kir ku ew ê di hevdîtina xwe ya ligel Serokê Çînê Xi Jinping de mijara Îranê nîqaş bike û diyar kir ku heta niha wî di vê mijarê de "gelekî bi nazikî" tevgeriyaye, lê çavê wî li ser piştevaniya Çînê ya ji bo Tehranê ye.