Trump: Çi bixwazim dê Netanyahû wê bike
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji rojnamevanan re li ser girtina herî dawî ya Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve ragihand ku divê ev rêya avê ya stratejîk a aboriya cîhanê bi lezgînî li ber çûnûhatinê were vekirin.
Trump li ser egera destpêkirina operasyonên leşkerî jî anî ziman ku leza wî nîne û got: "Ji bo vê yekê leza min tune ye, ez zêdetir tercîh dikim ku kêmtir mirov jiyana xwe ji dest bidin." E
Zexta li ser Netanyahû
Herwiha Donald Trump derbarê hevahengî û têkiliyên nêzîk ên di navbera rêveberiya Washington û Tel Avîvê de jî hêza xwe ya li ser biryarên Îsraîlê nîşan da.
Trump got: "Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû, ez çi bixwazim dê tam wî tiştî bike."
Ev gotinên Trump, wekî di qonaxa biryardana peymanên nû yan jî destpêkirina qonaxeke nû ya êrîşên li dijî Tehranê de, kontrola tam a leşkerî û dîplomatîk a hevalbendê xwe Îsraîlê dixe bin destê xwe.