TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump, çima Zelenskiy dawetî muzekereyan nekir raveyan kir

Admin M
Nivîskar
📅 22 sibat 2025 01:04

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Trump li ser çima Zelenskiy dawetî muzakereyan nekir, behsa girîngiya wê kir û got ku rola Zelenskiy ya di muzakereyan de, ne rola yekeme. Li ser mijarê Trump weha got:

“Eger em bi duristî baixifin, ez difikirim ku ne girînge me Zelenskiy dawetê muzakereyan nekiriye. Ji ber dawetkirina Zelenskiy ne di rêza ewilî de ye.”

Trump daxwuyaniya xwe di radyoya Fox Newsê da û li ser rojeva siyaseta derve û şerê Rusya-Ukraynayê raveyan kir. Trump got wê hevdîtinên li Erebistana Sa’ûdiyê hatin kirin dewam bike û wê bi Rûsya re li hev bikin.

Trump behsa ziyareta wezîrê Xezînê yê Amerîkayê ku çûye Kievê kir, li wê derê wextê xwe beredayî xerc kiriye û ji seredanê poşmane. Trump weha dewam kir:

“Ne girînge ku Zelenskiy nehatiye dawetkirin bo muzakereyan. Dawetkirina Zelenskiy ne di rêza yekemde bû. Zelenskiy heya niha di muzakereyan de encamekî xerab anî. 3 sale şer dewam dike û dikaribû ji bo rawestandina şer gelek tiştan bikira. Sedema destpêkirina şer ne sûcê Rûsya bû.

Kengê ez bêjim sûcê Rûsya nîne, peyamnêrên derewîn min rexne dikin lê ez ji we re dibêjim; Biden jî ji Zelenskiy re tiştên gelek şaş got. Paşî ketin ber êrîşên yekî mezin û xwurttir. Putin mecbûr nînbû peymanê çêbike û bixwesta dikaribû temamê welat bixe destê xwe.”

Trump got ku ew bawere Rûsya dikare peymanekî ku şer biqedîne bike û dê ev ji bo temamê welatan baş be. Di destê Zelenskiy de argumanên hene têr nakin û di destê Putin de argûmanên zêde hene. Trump weha dewam kir:

“Bi salaye ez pêvajoyê dişopînim û Zelenskiy bazara bê kard dike. Di destê wî de kartekî tine. Eger hun ji vî aliyê de lê binêrin, ez aciz bûm. Em ê pêvajoya muzakereyan dewam bikin. Welatên Ewrûpayê ji bo şer biqedînin tiştekî nekirin. Tenê min dikin sedem û diaxifin. Eger ez di nav meselê de nebûma, wê welatên Ewrûpayê bi hev re neaxifiyana. Eger ez nebûma, wê Rûsya di axa Ûkrayna de pêşde biçûya.”

Parve bike: