Cîhan
Trump civîn berda û xatirê xwe xwest…
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna ligel serokên Demokratan a li Kongresa Amerîkayê de, ji ber destûrnedana çêkirina dîwarê sînorê Meksîkayê terikand.
Trump piştî daxuyaniyên Demokratan ku gotin, ew destûrê dabînkirina fînansmanê ji bo dîwar nadin, got, ‘Bi xatirê we’ û ji konrgreyê derket.
Trump piştre li ser Twitterê daxuyakirin ku hevdîtina wî ya ligel Seroka Meclîsa Nûneran Nancy Pelosi û Serokê Demokratan Chuck Schumer tenê windakirina demê bûye.
Hêjayî gotinê ye, Trump bi biryar e ku heta destûra çêkirina dîwarê Meksîkayê nestîne bi demokratan re li hev nake ku niha ji ber vê kêşeyê hikûmeta Amerîkayê hatiye daxistin.