Trump daxuyaniyek balkêş li ser Îranê da: Min qebûl kir!
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Trump ragihand ku rayedarên Îranî dixwazin bi wî re hevdîtin bikin û wî pêşniyar qebûl kiriye.
Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê roja duyemîn berdewam dikin. Hat ragihandin ku rêberê olî yê Îranê, Ayetullah Elî Xameneyî miriye û tê payîn ku Îran rêberekî nû hilbijêre.
Trump îdia kir ku rayedarên Îranî dixwazin bi wî re hevdîtin bikin û wî qebûl kiriye.
Di vê navberê de, Amerîkayê ragihand ku 3 leşkerên wam hatine kuştin û 5 jî bi giranî birîndar bûne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku di êrîşên berdewam ên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê de 48 rêberên Îranî hatine kuştin.
Trump di hevpeyvînekê de bi Fox News re got, "Kes nikare bawer bike ku me çi serkeftin bi dest xistiye. 48 rêber di carekê de hatin jinavbirin. Tişt bi lez dimeşin."
Di daxuyaniyek cuda de ji bo kanalek din, Trump îdia kir ku êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê "ji ya ku hatibû plankirin bêtir pêşde bûn."