TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Demokrat wê tiştên ecêb bişînin ezê jî wan veto bikim

Admin H
Nivîskar
📅 04 mijdar 2026 10:16

PeyamaKurd - Serokê DYAê Donald Trump piştî ku di hilbijartinên navîn ên Kongreyê de diyar bû Demokrat li pêş in, daxuyaniyek da û anî ziman ku ew ê li hemberî projeyên dijber helwesteke tund bigire.

Trump qebûl kir ku şerê Îranê û bandora wî ya li ser bihabûna sotmeniyê dibe ku di performansa Partiya Komarparêz de roleke neyînî lîstibe, lê destnîşan kir ku ew vê encamê wekî têkçûnekî xwe nabîne ji ber ku navê wî bixwe di lîsteya namzedan de nebû.

Trump her wiha di daxuyaniya xwe de bal kişand ser mijara koçberiyê û da zanîn ku ew di vê warî de ji bo hevkariyê bi Demokratan re vekirî ye.

Di berdewamiya axaftinê de, Trump bi bîr xist ku şerê ku li dijî Îranê tê meşandin dê li gorî şert û mercên wan bi dawî bibe û got: "Gava ez bibêjim qediya, ew ê biqede."

Her wiha Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi parvekirina şapqeyeke sor a ku li ser nivîsa "Veto" heye, hişyarî da ku ew ê pêşniyarên qebûlkirine nîqaşî yên Demokratan betal bike û got: "Demokrat dê tiştên ecêb bişînin, ez ê jî wan veto bikim."

Parve bike: