Cîhan
Trump dike ku navê Tengava Hurmuzê bike "Tengava Trump"
PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Social pêşniyareke nakokîdar anî ziman û destnîşan kir ku divê navê Tengava Hurmuzê bibe "Tengava Trump".
Trump di peyama xwe de îdîa kir ku tengav bi temamî ketiye bin kontrola hêzên Amerîkayê û diyar kir ku guherandina navê bo navê wî bixwe dê bibe gaveke balkêş.
Ev daxuyaniya Trump di demekê de tê ku alozî û pevçûnên leşkerî yên di navbera DYA û Îranê de li herêmê û li ser dorpêça deryayî gelekî giran bûne.
Tevî ku Qesra Spî jî li ser hesabên xwe yên fermî nexşeyên bi navê nû belav kirine, nûçeyên ji Oval Office diyar dikin ku ev pêşniyar ji aliyê civaka navneteweyî ve wekîgaveke siyasî û provokatîf tê nirxandin.