TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Divê Îran bê şert û merc teslîm bibe

Admin H
Nivîskar
📅 06 adar 2026 20:31

PeyamaKurd -

Serokê Amerîkayê Donald Trump, derbarê şerê li gel Îranê de daxuyaniyên tund dan û ragihand ku ew ji bilî "teslîmbûna bêmerc" tu peymanên din bi Tehranê re qebûl nakin. 

Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û destnîşan kir ku piştî teslîmbûnê û hilbijartina rêberekî nû yê qebûlkirî, ew amade ne bi hevkariya hevpeymanên xwe yên navneteweyî ji bo paşeroja Îranê bixebite. 

Trump diyar kir ku armanca wan guhertineke bingehîn e û heta ev daxwaz pêk neyên, tu rêyên dîplomatîk li pêş nînin.

Parve bike: