Trump: “Em bi 21 balafiran ketin Îranê û me pîlotê xwe rizgar kir”
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump behsa rizgarkirina pîlotê balafira F-16an yê Amerîkî kir. Di ser de Trump Îranê tehdîd kir û got:
“Em dikarin Îranê di yek şevekî de ji ortê rakin û dibe ew şev sibê êvarê be.”
Trump daxwuyaniya xwe li Koşka Sipî da û got ji bo rizgarkirina pîlotê Amerîkayê seferberiyekî mezin kirine. Trump got:
“Artêşa DYAyê ti carê li pey xwe terka leşkerê xwe nake. Di operasyonê de 21 balafirên me ketin seha hewayî ya Îranê. Operasyon 7 seet dewam kir û hêzên me di bin êrîşê de man.
Pîlotê me gelek cesûr bû. Birîndar bû û xwîn jê diherikî. Ji bo nê girtin hilkişiya çiya. Me hêzên Îranê li hev şaş kir. Di encamê de bê em zerar bibînin, me terka axa Îranê kir. Operasyonekî zahf serkeftî bû.”
Operasyon ji aliyê hêzên taybet de hat kirin ku berê operasyon kiribûn ser Venezuelayê û Nicolas Maduro revandibûn. Trump got ku di temamê dinyayê de tenê Amerîka dikare karekî weha bike û Amerîka xwediyê ekîpmanekî leşkeriye ku di dinyayê de hempayê wê nîne. Trump got ku li ber Îrane du rê hene û weha dewam kir:
“Em dikarin Îranê di yek şevekî de ji ortê rakin û dibe ew şev sibê êvarê be. Dibe sibê êvarê li Îranê rûdanên gelek nûh bibin. Çekên di destê me de û teknolojiya di destê me de, di destê ti kesî de nînin.”
Li ser pirsa Rûdawê ku ji Trump pirsî, Trump got ku ew naxwaze Kurd bikevin Îranê.