Cîhan
Trump: Em ê îşev derbeke pir tund li Îranê bidin
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî bi dawîbûna Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê, ligel Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî civîneke rojnamevaniyê ya hevbeş li dar xist.
Trump got ku Îran helwesteke pir xirab nîşan dide û eşkere kir ku agirbesta navbera Washington û Tehranê bi temahî bi dawî bûye û wiha pêde çû: "Em ê îşev pir dijwar û tundî li Îranê bidin. Wan 47 salan li Rojhilata Navîn zordarî kirin û em tu carî rê nadin ku ew çeka atomî bi kar bînin."
Serokê Amerîkayê bal kişand ser êrîşên berê yên li ser keştiyan û diyar kir ku wan bersiveke hişk daye û îşev jî dê derbeke pir qewîn li Îranê bixin daku asta hêza xwe nîşan bidin.