Trump: Em gelek nêzîk bune şerê cîhanê biqedînin
PeyamaKurd - Serokê DYAê Donald Trump di civîneke hilbijartinê de li eyaleta South Carolina axivî û ragihand ku ew gelek nêzîkî bidawîanîna du şerên din in şerê Rûsya-Ukrayna û aloziya leşkerî ya bi Îranê re.
Trump diyar kir ku berê wî 8 şer rawestandine û destnîşan kir ku bi operasyonên leşkerî yên mîna "Gava Şevê" (Midnight Hammer) û "Hêrsa Destanî" (Epic Fury), wan kapasîteya zengînkirina nukleerî ya Îranê ji holê rakiriye û derbeke mezin li aborî û hêza wan xistine.
Trump bal kişand ser rola Serokê berê Barack Obama û anî ziman ku wî peymana nukleerî (JCPOA) betal kiriye ji ber ku rê li ber çekbûnê vedikir.
Wî tekez kir ku berî ku ji herêmê vekişin, divê ew piştrast bibin ku Îran ji bo heyameke dirêj nabe xwedî çeka nukleerî.
Her wiha Trump behsa azadkirina hemwelatiyê Amerîkî Stephen Hubbard ji Rûsyayê kir û bal kişand ser xebatên xwe yên dîplomatîk li ser asta navneteweyî.