TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Em û Çînê li ser mijara Îranê di heman fikrê de ne

Admin H
Nivîskar
📅 15 gulan 2026 18:12

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî serdana xwe ya 3 rojan a li Çînê, daxuyaniyên girîng dan û ragihand ku wan li gel Serokê Çînê Xi Jinping peymanên bazirganî yên bêhempa îmze kirine.

Trump diyar kir ku di nav de 200 balafirên Boeing, bi giştî peymana soza 750 balafiran û motorên General Electric hatine mîsogerkirin.

Li ser babeta Îranê jî Trump da zanîn ku her du welat bi temamî hevnêrîn in ku divê Tehran ti carî nebe xwediyê çeka atomî û tekez kir ku Îran rojane 500 mîlyon dolar zirarê dibîne ji ber ku dorpêça deryayî ya Amerîkayê li ser Tengavê berdewam e.

Trump herwiha daxwaz kir ku divê Îran bernameya xwe ya nukleerî bi kêmî ve 20 salan bi temamî bide sekinandin.

 

Parve bike: