TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Encam çi dibe bila be, em bi ser ketine

Admin H
Nivîskar
📅 12 nîsan 2026 10:42

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, derbarê muzakereyên rasterast ên bi Îranê re berdewam dikin got ku encam çi dibe bila be wan "ew ji aliyê leşkerî ve bi ser ketine" û diyar kir: "Em bi Îranê re di nav muzakereyên pir dijwar de ne. Em ê bibînin ka dê çi bibe."

Trump, dema ji Koşka Spî derdiket daxuyanî da rojnamegeran û destnîşan kir ku ew li benda encama hevdîtinan in. Trump diyar kir ku muzakereyên li Îslamabadê hîn jî berdewam dikin û wiha axivî: "Em bi Îranê re di nav muzakereyên pir dijwar de ne. Em ê bibînin ka dê çi bibe."

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku ew nizane dê ji van muzakereyan peymanek derkeve yan na û got: "Dibe ku peymanekê bikin, dibe ku nekin jî. Lê gava em ji aliyê Amerîkayê ve lê dinêrin, em bi ser ketine."

 

Parve bike: