Trump êrîşa li ser Îranê sekinand: Ji bo dîplomasiyê 5 roj wext hat dayîn
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî operasyona leşkerî ya plankirî ya li ser binesaziya enerjiyê ya Îranê ji bo 5 rojan daye rawestandin. Trump eşkere kir ku ev biryar piştî destpêkirina “danûstandinên berhemdar” hatiye girtin, lê wî 5 mercên giran ji bo Tehranê rêz kirin.
“Dîplomasî di dewrê de ye”
Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku Amerîka û Îran li ser çareseriyeke berfireh a ji bo krîza Rojhilata Navîn nîqaşên “kûr û avaker” dikin. Serokê Amerîkayê wiha got:
Li gorî tonê van nîqaşan, min talîmat da Wezareta Şer (Pentagon) ku hemû êrîşên li ser santralên elektrîkê û binesaziya enerjiyê ya Îranê ji bo 5 rojan bi paş bixe. Ev biryar bi şertê serkeftina hevdîtinan derbasdar e.”
5 mercên Trump ji bo paşvekişînê
Trump destnîşan kir ku ji bo kêmkirina hebûna leşkerî ya Amerîkayê li herêmê, divê Îran van şertan bi cih bîne:
-
Bêbandorkirina mûşekan: Divê hemû şiyanên mûşekî û topên avê yên Îranê werin tunekirin.
-
Rûxandina parastinê: Divê binesaziya parastinê ya welat bi temamî were hilweşandin.
-
Têkbirina hêza deryayî û asmanî: Jiholêrakirina hemû balafirên şer, keştî û sîstemên parastina hewayî.
-
Rawestandina nukleerî: Divê Îran tu carî nêzîkî çekên nukleerî nebe.
-
Ewlehiya hevalbendan: Misogerkirina parastina herî bilind ji bo Îsraîl, Erebistana Siûdî, Qeter, Îmarat, Behrêyn û Kuweytê.
Stratejiya li Tengava Hurmizê
Derbarê ewlehiya deryayî de, Trump careke din tekez kir ku Amerîka naxwaze barê Tengava Hurmuzê hilde ser milê xwe. Trump got:
Divê Tengava Hurmizê ji aliyê wan welatên ku wê bi kar tînin ve were parastin. DYA wê bi kar nayîne! Heke gefa Îranê ji holê rabe, ev ê ji bo wan welatan bibe operasyoneke leşkerî ya pir hêsan.”
Paşxaneya rageşiyê
Ev biryara paşxistinê piştî heftiyeke pir aloz hat. Trump berê 48 saet wext dabû Tehranê ku Tengava Hurmuzê veke. Di heman demê de îdiayên derbarê dagirkirina Girava Xargê ji aliyê hêzên Amerîkî ve gihîştibûn lûtkeyê. Li aliyê din, Pasdarên Şoreşa Îranê gef xwaribûn ku heke santralên wan werin lêdan, ew ê santralên elektrîkê yên baregehên Amerîkî û Îsraîlê hedef bigirin û Kendavê mayîn bikin.