Trump: Êrîşa ser komên çekdar bi agahdariya Iraqê hate kirin
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump soz da ku bersiveke leşkerî ya pir tund bide, piştî ku hêzên Amerîkayê li ser xaka Urdinê bi serkeftî rûbirûyî êrîşeke moşekî ya balîstîk a Îranê bûn.
Trump, di hevpeyvîna kanala Fox Newsê de got, "Em ê derseke pir giran bidin wan û bersiveke piştşikên bidin û ew ê derbeyeke wisa bixwin ku ti carî ji bîr nekin."
Serokê Amerîkayê bal kişand ser ku êrîşa Îranê ji nişka ve hatiye kirin û hêzên Amerîkayê tenê çend xulekên kêm di dest de bûn ji bo bersivdayînê, lê wan karî hemû moşekan berî ku bigihîjin armancên xwe, li asmanan têk bibin.
Trump got, wî vîdyoyeke hêzên Amerîkayê temaşe kiriye ku tê de bi awayekî rasterast xal û pêgehên moşekan destnîşan kirine.
Herwiha Trump eşkere kir ku ew êrîşên asmanî yên şeva borî yên li ser milîsên ser bi Îranê ve li Iraqê hatine kirin, bi agahdariya hikûmeta Iraqê bûne.