TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump firotina F-35 an bo Îmaratan îmze kir û hêj xatir xwest

Admin M
Nivîskar
📅 21 rêbendan 2021 04:44

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump di roja dawî ya serokatiya xwe de li ser firotina balafirên F-35 an bo Îmratan peymanekî îmze kir û paşî ji Koşka Sipî çû. Serokê nû Joe Biden jî ragihand ku dê peymana firotina F-35 an bo Îmratan kontrol bike.

Li gor ragihandina ajansa Reutersê; Trump erêkiriye ku Amerîka 50 heb F-35 balafirên şer û 18 heb balafirên bê mirov yên bi sîlih bifroşe dewleta Îmaratan û peymanê îmze kiriye.

Amerîka her çendîn hevkarê Îmarata ye jî, heya Îmaratan bi Îsraîlê re pêwendiyên xwe baş nekir, Amerîka balafiran nedifrot Îmaratan.

Parve bike: