TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump got, 'Wê serê Îranê çêbe', Pelosî bersiv da

Admin H
Nivîskar
📅 17 gulan 2019 20:28

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser rageşiya navbera Washington û Tehranê got, “Wê bi Îranê re şer çêbe” û dewamê jî da xuyakirin, “Ez hêvî dikim ku şer çênebe”.

Li ser mijara rageşiya bi Îranê re û van daxuyaniyên Trump, Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi ku yek ji pêşengên Demokratan e, da zanîn ku rêvebirîya Trump bo şerê bi Îranê re destûra Kongresê nestandiye.

Xanim Pelosî da zanîn ku Komarî dê bo 8 endamên payebilind ên Kongresê brîfîngeke veşartî ya ser Îranê bidin.

Parve bike: