TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump gotibû:” Eger Îran tiştekî bîne serê min, Îranê bi temamî bombe bikin”

Admin M
Nivîskar
📅 10 tîrmeh 2026 22:59

PeyamaKurd – Dijberiya navbera Îranê û DYA her diçe geş dibe. Çapemeniya Amerîkayê ragihand ku Îsraîlê agahiya ku wê Îran li serokê DYAyê li Trump sûîqestê bike sitendiye û agahiyê bi Washingtonê re parvekiriye.

Piştî van gotinan Trump, ragihand ku ew fermanê daye artêşê û ji artêşê re gotiye; eger tiştekî were serê wî, Îranê bi awayekî ku heya niha nehatiye dîtin bombebaran bikin.

Her weha rojnama Amerîkayê The Wall Street Journal ragihand ku îstîxbarata Îsraîlê plana Îranê ya ku wê ji Trump re sûîqesdê bikin bişkavtiye û agahiyan ji Washingtonê re şandiye.

Trump jî li ser mijarê di hevpeyvîna ku daye New York de gotiye gert işteki bi serî wî were, ferman daye artêşê ku bi hêzekî mezin artêşa Îranê bombebaran bikin ku di dîrokê de heya niha rûdanekî weha nehatiye dîtin.

Rêvebiriya Îranê van gotinên ku tên gotin red kiriye û gotine ku tiştekî weha nîne.

Lê eger rats an nerast, piştî civîna NATO ya li Ankara, Trump balafira xwe guhert û bi balafira xwe neçû DYAyê. Di şûna balafira xwe de, bi balafira Air Force One çû Amerîkayê ku wesiyeta Serwîsa Xef ya DYAyê bû ji bo Trump.

Parve bike: