TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: “Halê me di hilbijartina 3 eyaletan de pir base”

Admin M
Nivîskar
📅 04 mijdar 2020 05:58

PeyamaKurd – Xelkê Amerîkayê niha bo bijartina serokê xwe yê 46 em li ser sindoqên hilbijartinê ye. Pêşbirka navbera her dû namzedan Trump û Biden li her derê dinyayê tê şopandin. Trump li ser eyaletên ku halê wan bo namzetiya wî xweşe got ku halê wan li eyaletên Florida, Arizona û Teksas ê başe. Îro roja dawiye ku xelk dengê xwe dixe sindoqan.

Bi hilbijartina serokê Amerîkayê re, wê senatorên senatoya Amerîka û endamên Meclisa Nûneran jî bên hilbijartin. Di hilbijartinan de tevî ku anket qezenckirina Joe Biden nîşan didin jî Trump di axaftina xwe ya li Virjinyayê weha got:

“Xepêşandanên me yên gelek baş çêbûn û me gelek xweş wext derbas kir. Halê me li Florîdayê zahf başe. Li Arîzonayê gelek başe û li Teksasê di asta bilind de başe. Min bihîst ku li her derê başe. Ez dibêjim em ê şevekî gelek xweş derbas bikin hetta girîngtir em ê 4 salên din yên xweş derbas bikin.”

Parve bike: