Cîhan
Trump hê jî têkçûna xwe qebûl nake û li dijî amadekariyên kabîneya Biden derdikeve
PeyamaKurd – Serokê 45emîn ê Amerîkayê Donald Trump, li dijî amadekariyên kabîneya nû ya serokê hilbijartî Joe Biden derdikeve û dibêje, wê qezenc kiriye.
Trump li ser hesabê xwe yê rexne li amadekariyên Joe Biden bo kabîneya rêveberiya nû ya Amerîkayê girt û got: "Li 4 eyaletan bi sed hezaran dengên ku dikarin encamên hilbijartinê biguherînin hatine tespîtkirin û ev jî ji bo qezenckirina hilbijartinê têr dike. Di vê rewşê de Biden çima bilez kabîneyê ava dike? Hêvî dikim dadgeh û yasadanêr ji bo parastina ewlehiya Amerîkayê û hilbijartinê çi hewce be bi wêrekî bikin. Dinya temaşe dike."
Li ser parvekirina Trump, Twîtterê etîketeke hişyariyê danî ku dibe ew agahî nerast be.