TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Hefteya bê em ê derbên pir giran li Îranê bixin

Admin H
Nivîskar
📅 13 adar 2026 19:33

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku êrîşên li ser Îranê dê berdewam bikin û got, "Hefteya bê em ê derbeyeke gelekî giran li wan bixin." Trump herwiha destnîşan kir ku heke pêwîst bike, ew ê ji bo tankerên neftê yên ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibin re bibe parêzvanê leşkerî.

Serokê DYAyê Donald Trump bi rêya telefonê beşdarî bernameya Brian Kilmeade ya li Fox Newsê bû û bersiva pirsa "Gelo hûn amade ne ku bibin parêzvanê keştiyên di Tengava Hurmuzê re derbas dibin?" da û wiha got: "Heke hewce bike em ê bikin. Lê ez hêvî dikim ku kar baş bimeşe. Em ê bibînin ka dê çi bibe."

Trump bal kişand ser wê yekê ku DYAyê zirareke pir mezin daye Îranê û ji bo Îran xwe bide hev hewcedariya wê bi demeke dirêj heye. Trump got ku êrîş dê berdewam bikin û destnîşan kir, "Hefteya bê em ê derbeyeke gelekî giran li wan bixin."

Herwiha Trump îron sibehê jî li ser platforma xwe ya medya civakî Truth Socialê gotibû, hêza deryayî, hêza asmanî, moşek, dron û her tiştê Îranê hatiye rûxandin û rêberê wan hatiye kuştin.

Trump wiha pê de çûbû: "Hêza me ya şer a bêhempa, cebilxaneya me ya bêsînor û dema me ya pir heye. Binêrin ka dê îro çi bê serê van dînan. Wan 47 sal in li çar aliyê cîhanê mirovên bêguneh dikuştin û niha ez, wekî serokê 47emîn ê DYAyê wan dikujim. Çi rûmeteke mezin e ku mirov vê yekê bike."

Parve bike: