TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump, henekê xwe bi rojnamevana tirk kir û got...

Admin H
Nivîskar
📅 14 mijdar 2019 14:34

PeyamaKurd - Serokê Amerîka Donald Trump, di civîna rojnamevanî ya ligel Erdogan de, dema mafê pirsê da rojnamevana Tirk Hîlal Kaplan a nêzî AKPê û Erdogan, piştre jê xwest ku pirsa ji wî dipirse ji Erdogan jî bipirse, lê wê nepirsî û sekinî.

Trump li ser vê yekê, ji Kaplan re got, “Tu bawer î ku rojnamevan î? Gelo bi wê pirsa xwe tu ne ji Tirkiyê re dixebitî?”

Hîlal Kaplan ku di rojnameya Sabah a girêdayî deshilatdariya Erdogan kar dike, daxwaza Trump a ku wan pirsên jê dike ji Erdogan jî bike bicih neanî û Trump jî henekê xwe pê kir û ew wekî alîgir û ne rojnamevan nîşan da.

Parve bike: