Trump Îranê tehdîd kir
PeyamaKurd-Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Sipî serokê Fransayê Macron kiriye mêvanê xwe. Trump got ku Îranê ceribandina fuzeyê kiriye û di herêmê de probleman çêdike. Trump bi Macron re, hem wê li ser mijara Peymana Hewayî ya Parîsê û Îranê biaxife.
Di dema ku Macron çû Qesra Sipî Trump, Macronî bi merasimeka fermî li baxçê qesrê pêşîwazî kir. Trump di merasimê de got: “Seredana we bo hevkariya me, di wexteka gelek xesas de ye.”
Trump got eger Îran bernama nukleerî bide destpêkirin, wê ew çend bi hêsanî nebe. Hem Trump bibîr xist ku bi sedema çêkirina sîlihên kîmyewî her sê dewlet Amerîka, Fransa û Brîtanya çawa êrîş birin ser tesîsên Sûriyê. Belkî ev bo Îranê jî îşareteka girîng e.
Di nava mijara navbera her dû serokan de Îran, Rûsya, Sûriye û gelek mijarên din hene.