TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump îro pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî dike

Admin H
Nivîskar
📅 14 tîrmeh 2026 18:48

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku biryar e îro Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koçka Spî pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bike.

Tê çaverêkirin ku civîn nêzîkî saetekê bikişîne û tê de gelek dosyayên stratejîk werin gotûbêjkirin. Di vê serdana şanda bilinda a Iraqê ya bo paytexta Amerîkayê de, tîmeke pir mezin ku ji 27 wezîr, parlamenter û berpirsên bilind ên dewletê pêk tê, ji bazirgan, veberhêner û medyakaran cî digirin.

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bi vê serdanê dixwaze rûpeleke nû di peywendiyên ligel Amerîkayê de veke.

Di nav vê şanda bilind û wezarî ya Iraqê de kesatiyên herî diyar ên wekî Wezîrê Derve Fûad Hisên, Wezîrê Darayî Falih Sarî, Wezîrê Petrolê Basim Xuzeyr, Wezîrê Elektrîkê Elî Wehîb û Wezîrê Bazirganiyê Mistefa Cume hen.

Dîsa Parêzgarê Banka Navendî Nizar Nasir, Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê Qasim Ebûdî û Serokê Desteya Veberhênanê jî di vê geştê de amade ne.

Biryar e di çarçoveya vê serdanê de, şanda Iraqî bi dehan civîn û hevdîtinên cuda cuda ligel berpirsên qesra spî, kompanyayên mezin û veberhênerên Amerîkayî pêk bîne daku rêyên çareseriyê ji bo kêşeyên aborî werin dîtin û rê li ber her cûre alozî û krîzên herêmî yên di warê enerjî û bazirganiyê de were girtin.

Parve bike: