Trump: Ji bilî lihevkirinê ti vebijarka Îranê nîne
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îranê agirbesta demkî gelek caran binpê kiriye. destnîşan kir ku di muzakereyan de Amerîka di pozîsyoneke gelekî bi hêz de ye û dorpêça deryayî wekî "serkeftineke mezin" pênase kir.
Trump got: "Em niha Tengava Hurmizê bi temamî kontrol dikin. Bi baweriya min em ê di encamê de bigihîjin peymaneke pir baş, ji ber ku ji bilî lihevkirinê ti vebijarkeke din a Îranê nîne."
Di demekê de ku çend saet ji bo bidawîbûna agirbesta 8ê Nîsanê mane, Trump diyar kir ku îhtîmala dirêjkirina agirbestê "gelekî kêm e” û hişyarî da ku ew ji bo mudaxeleya serbazî ya li dijî Îranê amade ne û heta peymana dawî neyê îmzekirin Tengava Hurmizê dê girtî bimîne.”
Tê gotin, Îran naxwaze beşdarî civînên Pakistanê bibe. Lê belê Trump eşkere kir ku Cîgirê Serok James David Vance dê biçe Pakistanê daku qonaxa duyem a muzakereyan ligel aliyê Îranî bide destpêkirin.