Trump ji bo Îranê sînyala êrişeke nû da
PeyamaKurd - Serokê DYAê Donald Trump di hevpeyvîneke televîzyonî de daxuyaniyên krîtîk derbarê aloziya leşkerî ya ligel Îranê de dan.
Trump ragihand ku di operasyoneke mimkun a nû de dibe ku stargeh û tesîsên nukleerî yên di binê erdê de yên li "Çiyayê Kazmayê" bikin armanc û got: "Rêjîmê xebatên xwe yên nukleerî di binê çiyayên mezin de veşartine; em niha li Çiyayê Kazmayê dinêrin û dibe ku pêwîst bike em li wir jî bixin."
Trump destnîşan kir ku heke operasyoneke nû pêk werê jî ew bi karanîna hêzên bejahî (yên ser erdê) muhtemal nabîne.
Serokê Amerîkayê bal kişand ser metirsiya berfirehbûna bernameya nukleerî ya Tehranê û diyar kir ku armanca wan a sereke rêgirtina li çêkirina çeka nukleerî ye.
Trump got: "Em dixwazin teqez piştrast bibin ku Îran qet nabe xwedî çeka nukleerî, jiber ku heke bi dest bixin dê di heman demê de bikar bînin."
Wî her wiha bi bîr xist ku DYA hêza herî mezin a nukleerî ye û xebatên wan ên ji bo bêçekkirina nukleerî yên ligel Rûsya û Çînê jî berdewam dikin.