Trump: Ji bo parastina NATOyê herî zêde em pere xerc dikin
PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, derbarê barê aborî yê Hevpeymaniya NATOyê de bertek nîşanî welatên endam da.
Trump li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî Truth Socialê daxuyaniyek belav kir û got: "Amerîka ji bo parastina NATOyê, li gorî hemû welatên din bi ferqeke mezin zêdetir pere xerc dike, lê belê ji vê yekê tu sûdê nastîne."
Trump amarên xercî yên welatan ên di navbera salên 2014 û 2025an de jî eşkere kirin û bal kişand ser serdestiya aborî ya Amerîkayê û li ser dabeşbûna budceyê wiha got:
"DYA 999 milyar dolar, Brîtanya 90.5 milyar dolar, Fransa 66.5 milyar dolar, Îtalya 48.8 milyar dolar û Polonya 44.3 milyar dolar xerc kirine. Xerciyên welatên din, Almanya jî di nav de, ji van reqaman pir kêmtir in. Ev rewşeke pûç û bêwate ye."