Trump ji bo xwe ji koronayê biparêze dermanan bi kar tîne
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ku bo ew xwe ji vîrusa korona biparêze dermanê bi navê hîdrosîklorokîn bikartîne.
Donald Trump berê jî dabû zanîn ku hîdrosîklorokîn, ku dermanê tayê ye, dikare dijî vîrusa korona were karanîn.
Trump ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew bi qasî 10 roj in hîdrosîklorokîn bikartîne û got ku ‘’Ez hîn jî li virim, hîn jî li vir im’’
Trump da zanîn ku ser hîdroksîklorokînê gelek bersivên erênî ji wî re tên û got ku li gor wî ew nîşan dide ku ew derman bo vîrusa koronayê baş e.
Tu delîlên zanistî yê ku nîşan dide ku hîdrosîklorokîn ji bo vîrusa korona baş e tune ye.
Li gor daneyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê Amerîka zêdetir ji milyonek û 500 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 90 hezar û 193 kes ji ber wê jiyana xwe ji dest dane.