TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Kengî bixwazin dikarim şer bidawî bînin

Admin H
Nivîskar
📅 11 adar 2026 19:13

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku di êrîşên dawî de hêza leşkerî ya Îranê bi tevahî hatiye şikandin û pêşbînî kir ku şer "di demeke nêz de" bi dawî bibe.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, ji malpera Axiosê re diyar kir ku li Îranê hejmara armancên xwedî girîngiya stratejîk ber bi tunebûnê ve çûne û got, operasyon ji plana hatiye danîn pir zûtir bi pêş ve çûye.

Trump got: "Li Îranê hema bêje tiştek nemaye ku em bikin armanc. Me di warê leşkerî de her tişt bi dawî kir; ne hêzên deryayî, ne torên ragihandinê û ne jî hêzeke wan a hewayî maye."

‘Ez dikarim her kêliyê şer bi dawî bikim’

Trump îdîa kir ku ji sedî 80yê rampayên moşekên Îranê hatine rûxandin û kargehên hilberîna dronan bi erdê re hatine yeksankirin.

Serokê Amerîkayê derbarê pêşeroja şer de jî got: "Ez kengî bixwazim dikarim vî şerî bi dawî bikim û ez bawer dikim ku ew roj pir nêzîk e."

Parve bike: