Cîhan
Trump: Kurd gelekî bas tên parastin, ew ne melayîket in!
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser pirsa êrîşên ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê got, “Kurdên Sûriyê gelekî baş tên parastin. Di vê navê de ew ne melayîket in.”
Trump herwiha got, ‘Alîkariya Rûsya bo Sûriyê ne pirsgirêk e’ û li ser bicihkirina hêzên artêşa Sûriyê li sînor û êrîşên ser Rojava yên Tirkiyê jî diyar kir, mesele di navbera Tirkiye û Sûriyê de ye û wiha axivî: “Heger Sûriye dixwaze ji bo erdên xwe rizgar bike şer bike, ev meseleya wan û Tirkiyê ye.”
Trump herwiha got ku ew amade ye alîkariya çareseriya bi danûstandinan bike û da xuyakirin, “Kurdên Sûriyê gelekî baş tên parastin. Di vê navê de ew ne melayîket in.”