Trump: Li dijî Îranê pêdivî bi çekên nukleerî tune ye ew jixwe hatine têkbirin
PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî di bersiva pirsên rojnamevanan de ragihand ku wî vebijarka bikaranîna çekên nukleerî yên li dijî Îranê betal kiriye û got: "Pêdivî bi vê yekê tune ye.
Ew ji aliyê leşkerî ve bi tevahî hatine têkbirin." Trump da zanîn ku operasyonên wan ên li dijî Îranê di asteke gelekî sînordar de ne û anî ziman ku aborî, artêş û sîstemên çavdêriyê yên Îranê bi mezinahî hatine xerabkirin, lê tekez kir ku ew ê ewlehiya Tengava Hurmuzê û derbasbûna keştiyên neftê biparêzin.
Trump di axaftina xwe de bal kişand ser mijarên din ên aborî û siyaseta derve jî.
Serokê DYAyê rêjeya faîzan a Banka Navendî (FED) zêde dît û daxwaza kêmkirina wê kir.
Her wiha Trump derbarê Venêzûelayê de diyar kir ku wan "peymana herî mezin a dîrokê" ya neftê îmze kiriye; bi vê peymanê re nefta giran a Venêzûelayê dê li rafîneriyên Amerîkayê bê meşandin û ev gav dê bihaye neftê berbiçav kêm bike û cihê daxwazên Rûsya û Çînê li wî welatî bigire.