Trump li ser firotina balafirên F-35 ya ji bo Tirkiyê axifî
PeyamaKurd – Di civîna NATO ya li Ankara de, serokê DYA Donald Trump behsa rakirina givaşên ser Tirkiyê yên CAATSAyê kiribû ku dê rakira û her weha dê hewl bida ku balafirên nesla nû yên F-35an bifroşe Tirkiyê. Îsraîl li dijî firotina F-35an ji bo Tirkiyê dertê û li ser mijarê Trump daxwuyaniyekî weha da:
“Erdoğan dostê min e. Di mesela Sûriyê de tiştên baş kir. Tirkiye bûye hevkarekî baş. Kes nikare ji min re bêje em ê çi bifroşin.”
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu dibêje eger balafirên F-35an bifroşin Tirkiyê dê mêzêna Rojhilata Navîn xerab bibe lê Trump jî dibêje Netenyahû zane kî patrone an ku kî mezin e. Trump dibêje biryara firotina F-35an tenha ya wî ye.
Dema Trump ji bo civîna NATOyê di 7-8ê Tîrmehê de çûbû Tirkiyê gotibû:
“Em ê di mijarê de biryarekî bidin. Têkiliyên me yên gelek baş bi Tirkişyê re hene û ez texmîn dikim gelek kes dibêjin em çima vî karî nakin. Tirkiye dosteki ma yê sadiq e. F-35 balafirekî mukemmel e. Tekez em ê di vê mijarê de tiştekî bifikirin. Dê di nêz de F-35an bistînin.”